• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parêzgarê bajarê Hema hat kuştin

Gulan Media August 25, 2013 Nûçe
Parêzgarê bajarê Hema hat kuştin
Di encama teqîna bombeyekê de bi karawana otombêlên taybet yên parêzgarê bajarê Hema Dr. Enes Ebdulrezaq Na`im hat kuştin.

Ajansa nûçeyên Sky News ew nûçe piştrast kir û ragihand, jiber teqîna bombeyekê bi karwana otombêlên parêzgarê bajarê Hema ku ji bilî wî zêrevanên wî jî digel wî bûn hat kuştin.

Teqînê li taxa Ciracîme ya bajarê Hema ya li naverasta Sûriyê rû da ku otombêlên taybet yên parêzgarê Hema di wê deverê re derbas dibûn.

Hevdem deshelatdariya Sûriyê hişyarî da Netewên Yekbûyî derbarê her egerek ya encamdana hêrişên Emrîka bo hêrişkirina ser Sûriye û amaje bi wê yekê kir ku, her destwerdanek serbazî dê tevaya Rojhelata Navîn bi xwe re bişewitîne.

Wezîrê Ragihandina Sûriyê Umran Zû`ibî ragihand, rewşa navdewletî û herêmê rê bi lêdana serbazî ya Emrîka li Sûriyê nade.

Wezîrê Ragihandina Sûriyê têkest kir ku, hêrişkirina ser Sûriyê ji aliyê her aliyekî ve ne hêsane, ji ber ku hevsengiya navdewletî û herêmê heye.

Xendan
Top