• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Dêrka Hemko teqîn: 7 kes mirin

Gulan Media August 25, 2013 Nûçe
Li Dêrka Hemko teqîn: 7 kes mirin
Di encama teqîna otomobîleke bombekirî de li xala pişkinînê ya PYDê li bajarê Dêrikê li rojavayê Kurdistanê herî kêm 2 şervanên YPG û 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên gihîştine Rûdawê, duh (25.08.2013) danê varê, li xala pişkinînê ya Girzîro li bajarê Dêrikê li rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombekirî ji aliyê xwekujekî ve hat teqandin.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 2 şervanên YPGê, 3 kesên sivîl ku tê gotin ereb in jiyana xwe ji dest dane û kesê xwekuj jî di bûyerê de hatiye kuştin.

Hat zanîn, hinek kes jî birîndar bûne.


Li benda agahiyên zêdetir bin...
Top