PYD nehêle êdî kes ji rojava koçber bibe
Li gorî agahiyên gihîştine Rûdawê, PYDê ragihandiye, ji bo ku pêşiya “valabûna” rojavayê Kurdistanê bigire deriyên sînorî yên digel başûrê Kurdistanê (deriyê Pêşabûr) û bakûrê Kurdistanê girtiye û nahêle kes ji rojava derkeve.
Hat zanîn ev biryara han duh ji aliyê berpirsên PYDê ve hatiye dayîn.
Li gorî agahiyên Rûdawê, lê li aliyê başûr de derî vekiriye û îro (25.08.2013) jî 300 kes ji başûr derbasî rojava bûne.
Tê zanîn, piştî ku deriyê Sêmalka yê navbera başûr û rojava de bi fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat vekirin di heyama çend rojan de nêzîkî 30 hezar kurdên rojavayê Kurdistanê derbasî başûrê Kurdistanê bûn ku ev jî bû sedema tirsa valabûna wî beşê Kurdistanê.
Ev tirs gihîşt wê astê ku Barzanî di peyamekê de ji gelê rojavayê Kurdistanê xwest ku êdî dest ji cih û warn xwe bernedin û koçber nebin.
Rudaw
