Sînorê Kurdistanê di Kongra Netewî de tê diyar kirin
Rojnameya Yeni Çax ya Turkî raportek derbarê Kurdistana mezin de belav kiriye û têde aşkere dike, di Kongreya Netewî ya Kurd de ku biryare heyva dahatî li Hewlêrê bi rêve biçe, coxrafiye û sînorê Kurdistana mezin Îraq, Sûriye,Îran û Turkiye dê bê diyarî kirin.
Amaje bi wê yekê kir ,her yek ji welatên bihêz yên wek Emrîka û Brîtanye razîbûna xwe li ser diyarî kirina nexşeya Kurdistana Mezin li Rojhelata Navîn derbirî ne, ku eve di çarçoveya wê projeya Emrîka bo herêmê amadekiriye de ye.
Wê rojnameyê ron kiriye ku,diyarîkirina wê nexşeyê di demekê de ye ku proseya aştiyê di navbera Turkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de hatiye ragihandin û çend qonax jî bi rêve ne.
Rojnameya Yeni Çax li ser zarê şirovekar û Rojhelatnasa Rûsî Stansîlav Tarazof guhastiye, ku Peymana Bakurê Atlas (NATO) di dema niha de hevkariya damezranina dewleta Kurdî li Rojhelata Navîn dike.
Xendan
