PJAK: Li Serdeştê 7 pasdar hatin kuştin
HRKê di daxuyaniyekê ku îro (25.08.2013) hatiye belavkirin ragihand, 3 roj berê (22.08.2013) li nêzîkî gundê Marexanê yê Serdeştê li rojhilatê Kurdistanê dema hêzên pasdarên Îranê li dijî hêzên HRKê derketibûn operasyonê, şer û pevçûn derket.
Li gorî daxuyaniyê, di wî şerî de 7 pasdar hatin kuştin û hinek jî birînar bûn. Her wiha 2 endamên HRKê jî her du jî birayên hev û xelkê Serdeştê bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyekî din PJAKê jî bang li Îranê kir ku di demekî de ku çareseriya demokratîk a pirsa kurd ketiye rojevê û rewşa rojhilata navîn her ku diçe aloztir dibe, dawî bi operasyonên li dijî hêzên wan bîne çimkî pevçûnên bi vî rengî bi xêra tu kesî nîne.
Lê heta niha tu tiştek li ser kuştina pasdarên îranî di malper û medyaya Îranê ve nehatiye belavkirin û tu daxuyaniyek fermî li ser vê bûyerê nehatiye dayîn.
Tê zanîn ji havîna 2011an ve di navbera PJAK û Îranê agirbest didome lê hinek caran pevçûn di navbera her du aliyan de derdikeve.
Rudaw
