• Wednesday, 11 February 2026
logo

Şanda kongreya neteweyîya Kurd rastîya rewşa Rojavayê Kurdistanê aşkira bike

Gulan Media August 25, 2013 Nûçe
Şanda kongreya neteweyîya Kurd rastîya rewşa Rojavayê Kurdistanê aşkira bike
Şanda ku komîteya amadekar a kongreya neteweyîya Kurd bo zanîna rewşa Rojavayê Kurdistanê, berev Rojava şandibû, roja înê ya çûyî vegerîya herêma Başûrê Kurdistanê û biryar wiha ye ku îro encama lêkolînên xwe yên derbarê rewşa Rojava ji raya giştî re rabigihîne.


Bo derxistina rastîyên bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û zanîna rewşa giştîya herêma Rojavayê Kurdistanê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di roja 08/08/2013 de bi rêya nameyekê daxwaz ji komîteya amadekar a kongreya neteweîya Kurd kir ku bo lêkolîn û lidûvçûn bo rastîyên derbarê komkujîya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, şandeyekê bişîne û lêkolîn di evê bareyê de bihên encamdan. Mesûd Barzanî herwisa tekez kiribû, ku heger dengoyên di bareya komkujîya Kurdan li Rojava de rast bin, herêma Kurdistanê amad eye bi hemû şîyanên xwe bergirî li hevwelatîyên Rojavayê Kurdistanê bike.

Piştî daxwaza Barzanî, komîteya amadekara kongreya neteweyîya Kurd, desteyeke taybetî bo derxistina rastîyan li Rojava, pêk anî û roja 19/08/2013 ev şanda taybetî gihîjte Rojavayê Kurdistanê, lê navê encamên şandê û nexşeya serdana wan ji ber xirabîya rewşa ewlehîyê û paratsina gîyanê endamên şandê nehatine aşkirakirin.

Endamê komîteya amadekara kongreya neteweyîya Kurd Seidî Ehmed Pîre di bareya serdana evê şandê û vegera wan de ji rojnameya Hewlêrê re gotiye:´´ êvarîya roja înê ew şande gihîjte herêma Kurdistanê û îro jî şande dê raporta serdana xwe tewaw bike û em jî dê evê raportê arasteyê serokê herêma Kurdistanê bikin.´´

Seidî Ehmed Pîre zanyarîyên zêdetir li ser evê mijarê nedan, çimku li gor gotina wî bi xwe, zanyarîyên tewaw di nava raportê de ne û raport jî dê îro tewaw bibe û dê encama wê jî ji dezgehên ragihandinê re bihê aşkirakirin.
Top