• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hêmin Hewramî serdana Penaberên Rojavayê li Behrkê kir

Gulan Media August 25, 2013 Nûçe
Hêmin Hewramî serdana Penaberên Rojavayê li Behrkê kir
Îro Berpirsê peyvendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi mebesta ji nêz ve agehdarbûn ji çawetiya birêve çûna karûbarên dezgeha xêrxwazî ya Barzanî li kempa Behrkê serdana vê kempê kir.

Piştî gehêştina xwe bo nav kempê û giftûgoyeke kurt bi Cîgirê Serokê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed re, Hemên Hewramî di nava kempê de jî dest bi gereke meydanî kir û ji rewşa Penaberan pirsî.

Pişt re jî Cîgirê Serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed jî ragehand ku, ew weke dezgeha xêrxwaziya Barzanî hertim hewl bo vê yekê dane daku, bikaribin bi awayekî baş xizmeteke beş pêşkêşî tevahiya Penaberan li tevahiya kempên nava Kurdistanê de bikin.
Top