• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr nunerê xwe şande kempa Penaberan ya li Quştepeyê

Gulan Media August 25, 2013 Nûçe
Serokwezîr nunerê xwe şande kempa Penaberan ya li Quştepeyê
Li ser fermana Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî îro Peyvdarê hikûmetê Sefîn Dizeyî bi nuneratiya Serokwezîr serdana kempa Penaberan ya li Quştepeyê kir.

Di destpêka vê serdana han ya meydanî de nunerê Serokwezîr serdana konên Penaberan kir û ji nêz ve rewşa wan pirsî.

Nunerê Serokwezîrê Kurdistanê herwiha proseya wedana konên nû yên ji bo Penaberan jî şopand û daxwaz ji aliyên têkeldar kir daku, bilez lê bi awayekî baş û rêkûpêk konên nû ji bo tevahiya Penaberan amade bikin jiber ku, hîn jî hijmareke zêde ji Penaberan di nava debistanan de dimînin.
Top