Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza nû yê Holenda li Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de Balyoza Holenda ku li piştî destbikarbûna xwe ya wekî Balyoza nû ya Holenda li Iraq cara yekeme serdana Herêma Kurdistanê dike spas û xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtina bi Serok Barzanî re ragihand û balkişand li ser wê yekê ku li meha eylûla pêş de Wezîrê Derveyê Holenda bi mebesta zêdetir berev pêşvebirina peywendiyên di navbera her dû aliyan serdana Herêma Kurdistanê dike. Her wiha xanim Janêt Sêpin li beranber pêşketinên Herêma Kurdistanê soretiya xwe nîşan da û destxweşiyê li awayê serkirdayetîkirina Serok Barzanî kir ku Herêma Kurdistanê gihandiye vê qonaxê aramî û geşbûnê û amadehiya welatê xwe jî ji bo geşkirina peywendiyên her dû welatan warên cûda cûdayên siyasî û aborî û çandî de ragihand. Balyoza Holenda li ser mîhvandarîkirina wê hejmara mezina penaberên Sûriye ku hatine Herêma Kurdistanê spasiya welatê xwe jî bi Serok Barzanî gihand.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyoza Holenda hêvî xwest ku ew peywendiyên di navbera Herêm û Holenda de heye zêdetir geş bibe û daxwaz jî kir ku bi taybetî li kertê çandinê ya li Herêma Kurdistanê sûd ji ezmûna Holenda werbigre. Di derbarê pirsa penaberên Sûriye û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê Serok Barzanî got: "Yarmetîdana penaberan bi erkekî mirovî û neteweyî dizanîn û gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan didin". Serok Barzanî eve jî xisterû ku Herêma Kurdistanê dixwaze ew welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê li bereyên şer dûrin li ser mal û halê xwe de bimînin û Herêma Kurdistanê hemû cûre yarmetiyekî pêşkeşî wan dike. Serok Barzanî gileyî li civaka navdewletî kir ku hê jî li gor cihên din wekî pêwîst nêzîkî daxwazî û pêdiviyên wan penaberan nebûne ku li Herêma Kurdistanê de nîştecîhin.
Kongreya Neteweyî ya Kurd û armancên wê mijareke dinê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî peyama wê kongreyê ji bo Balyoza Holenda şîrove kir û got: "Peyama serekî ya kongreyê yekxistina gotara Kurd û tekezkirina li ser eweye ku gelê Kurd mafê xwe heye daxwaza mafên xwe bike û dixwaze peyama aştî û pêkvejiyanê ji bo gelên Tirk, Faris û Ereb re bişîne. Her wiha peyama Kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo cîhana derve peyama dûrketina ji tundî û xebata aştiyane û hemdemiyane û li ber girtina awayê demokratiyane ye".
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de hilbijartinên Herêma Kurdistan û pêvajoya Sûriye û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê hate nirxandin.
