Barzanî pêşniyar kir ku %20 ê bûdçeya yek mehî ya saziyên Hikûmeta Herêmê ji bo koçberên Rojava bê terxan kirin
Ji bo birêz / Serokayetiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
Silavekî germ..
Yarmetîdana wan xuşk û birayên li Rojava hatine û hêvî bi Herêma Kurdistanê kirine erkekî neteweyî û mirovdostaneye. Bi navê baştir yarmetîdana wan ezîzan pêşniyar dikim bi rêjeya %20 ê bûdçeya yek mehî ya hemû partiyan û her sê Serokayetiya Herêma Kurdistanê û hemû saziyên kargêriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û yarmetîdana xuşk û birayên penaberên Kurdên Rojava bê terxan kirin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
18.08.2013
