Çavkaniyek ji hêzên polîs yên li Kerkûkê ragehand ku, îro li berdem birêveberatiya giştî ya Perwerdehiya Kerkûkê di nava garaja tirombîlan de teqînek pêk hatiye.
Ev çavkanî eşkere kir ku, teqîn bi rêya maşîneke bombekirî pêk hatiye û di encam de herî kêm 4 welatî canê xwe ji dest dane û zerereke mezin jî gehêştiye çêha teqînê.