Peyama Serok Komarê Îranê ya ji bo Serokê Herêma Kurdistanê
Birêz Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
Bi xweşhalî û pêzanînê ve peyama pîrozbahiya cenabê we ya ji bo helkefta hilbijartina min a wekî Serokê Komarê Îslamî ya Îranê gihîşt min. Pêşxistina peywendiya li gel welatên cîran ya li ser bingeha cîrantî û rêzgirtin û berjewendiya hevbeş, li ewlewiyetên siyaseta derekî ya kabîneya min dibê û bi tevahî ji wê yekê jî bawerim ku li salên pêş de geşbûna hemû aliyê peywendiyên Komara Îslamî ya Îran û Herêma Kurdistana Iraqê dibînîn. Bi derfet dizanim hêviya tendirustî û serkeftinê ji bo we bixwazim.
Hesen Rûhanî
Serok Komarê hilbijartî
Hêjayî gotinêye birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li 16.06.2013 bi helkefta serketina li hilbijartina Serokayetiyê de peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî birêz Hesen Rûhanî Serok Komarê hilbijartiyê Komara Îslamî ya Îranê kir ku eve naveroka wî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Dr Hesen Rûhanî Serokê hilbijartiyê Komara Îslamî ya Îranê
Silavên xwedê li we be
Bi helkefta hilbijartina cenabê we wekî heftemîn Serok Komarê Îslamî ya Îranê germtirîn pîrozbahiyên xwe û gelê Herêma Kurdistanê bi we radigihînim. Hêvîdarim eve derfetek bê ji bo wê yekê ku Hikûmet û gelê mezinê Îranê pêşketinên zêdetir mîsoger bikin û bingehên aştî û pêkve jiyan û peywendiya dostaneya di navbera gelên navçeyê bi hêztir bibe. Hêvîdarîn dema Serokayetiya cenabê we bibe sedema berev pêşbirina zêdetirê wan peywendiyên siyasî û aborî û çandiyên ku li navbera me her dû aliyan de heye.
Ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.06.2013
