• Wednesday, 11 February 2026
logo

Dadgeha Misrê biryara berdana Mubarek da

Gulan Media August 21, 2013 Nûçe
Dadgeha Misrê biryara berdana Mubarek da
Serokê berê yê Misrê Husnî Mubarek ku piştî şoreşa li wî welatî ji desthilatê hatibû avêtin û bi tohmeta “kuştina sivîlan” hatibû girtin, dê were berdan.

Li gorî ajansa Reutersê, dadgeha Qahîreyê biryara berdana Husnî Mubarek da ku bi tohmeta feraman kuştina xelkê sivîl di bûyerên sala 2011 ên wî welatî de daye, hatibû girtin.

Di şiroveya biryara dadgehê de hat gotin, ji ber ku zemîna qanûnî ya girtina Mubarek nemaye lewma dê were berdan.

Rudaw
Top