• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îsraîl û Amerîka bi tundî bersiva Erdogan dan

Gulan Media August 21, 2013 Nûçe
Îsraîl û Amerîka bi tundî bersiva Erdogan dan
Îsraîl û Amerîka bi tundî bersiva serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dan ku gotibû: “Li piştî kûdetaya serbazî ya Misrê Îsraîl heye.”

Serokwezîrê Tirkiyê û serokê giştî yê partiya dad û geşedanê (AKP) Receb Tayîb Erdogan duh (20.08.2013) di civîna berpirsên bajaran ên partiya xwe de axaftinek kir û diyar kir ku li pişt kûdetaya Misrê dewleta Îsrîal heye.

Erdogan îdiaya hebûna belgeyan jî li ser vê yekê kiribû.

Piştî van gotinên Erdogan, Îsraîl bersiv da. Berdevkê wezareta derve ya Îsraîl Yîgal Palmor ji ajansa Associated Press re ragihand ku gotinên Erdogan wiqasî “bênirx” in ku hêjayî bersivdayînê jî nîne.

Amerîka jî bi tundî gotinên serokwezîrê Tirkiyê derheqê bûyerên li Misrê de bi tundî şermezar kir û gotinên Erdogan derheqê Îsraîl de wek “êrişkar, bêbingeh û xelet” bi nav kir.

Rudaw
Top