• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Sûriyê îro: 430 kuştî û 3600 birîndar

Gulan Media August 21, 2013 Nûçe
Li Sûriyê îro: 430 kuştî û 3600 birîndar
Konseya giştî a şoreşa Sûriyê ragihandine ku hêzên rêjîma Beşar Esed îro 21/8/2013`an bo bombeyan êrişî 6 nevçeyên ser bi Xota Şerqiyê kiriye û di encamê de 430 kes hatine kuştin û nêzîkî 3600 kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên ajansan li rojhilata herêma Xota hêzên rêjîma Sûriyê li 6 cihan êrişên asmanî û topbaran pêk aniye. Her weha hatiye ragihandin ku çekên kîmyawî jî di wan êrişan hatiye encam dan û di encama wan êrişan de di nav de zarok û jin û pîr jî hene 430 kes hatine kuştinê. Çalakvanên opozisyona Sûriyê jî ragihandine ku di encama êrişên dijwar ên hêzên rêjîma Esed zêdetir li 3600 kes jî birîndar bûne û ew birîndar bo nexweşxaneya Sehra hatine rakirin.

Hêzên rêjîmê navçeya (Melîha, Cober, Mudamiyet El Şam , Dariya, Zemlka û Eyn Tirma) bombe û top baran kiriye.

Ji aliyekî din ve jî li gor nûçeya ajansa Reutersê jî hejmara kuştiyan 213 kesin, kanala Erebiyê jî belavkir ku zêdetir li 500 kesan hatiye kuştin.

Ji aliyê xwe ve Rûsya El Yewm lizarê peyamnêrê xwe belav kiriye ku hêzên rêjîma Esed li herêma Xota Şerqiyê li 6 herman operasyênên leşkerî destpê kiriye û li zarê wan jêderan ragihandiye ku çekên kîmyawî nehatiye bikaranîn.

Xendan
Top