• Wednesday, 11 February 2026
logo

Heyeta kongreya netewî ya Kurd li Rojavayê karên xwe didomîne

Gulan Media August 21, 2013 Nûçe
Heyeta kongreya netewî ya Kurd li Rojavayê karên xwe didomîne
Şandeya Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe yên li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa derbasî bajarê Qamişlo bû.

Ajansa Hawarnews ragihand şandeya ku duh ji Dêrikê derbasî Girkê Legê bû, li vir hem li cihê teqîn û pevçûnan lêkolîn kirin hem jî bi saziyên civakî yên li bajêr re hevdîtin pêk anîn. Şande di saetên êvarê de jî derbasî bajaroka Çilaxa bû li cihê teqîna li gundê Zexîre ku çeteyan li vir êrîşî benda Asayîşê kiribû, lêkolîn pêk anî. Piştî lêkolînê jî endamên şandeyê navenda YPG'ê ya Çilaxa ziyaret kir û derbarê pevçûnan de ji fermandaran agahî girtin.

Şandeya ku êvarê jî derbasî bajarê Qamişlo bû, wê îro bi saziyên bajêr re hevdîtinan pêk bîne
Top