• Wednesday, 11 February 2026
logo

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo helkefta 25 saliya damezrandina Rabîteya Îslamî ya Kurd

Gulan Media August 21, 2013 Nûçe
Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo helkefta 25 saliya damezrandina Rabîteya Îslamî ya Kurd
Roja sêşem 20.08.2013 bi helkefta bîst û pênç 25 saliya damezrandina rêxistina Rabîteya Îslamî ya Kurd rêwresmek li hola Şehîd Se'ed Abdullah a bajarê Hewlêrê birêveçû û têde gotara Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Şêx Mihemed Şakelî Şêwirmendê Serok Barzanî yê Karubarê Olî ve hate xwendin. Evê li xwarê jî naveroka gotarêye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê minê birêz Kak Dr Elî Qeredaxî Serokê Rabîteya Îslamî ya Kurd

Endamên Desteya Kargêrî û Liqên Rabîteya Îslamî ya Kurd

Amadevanên hêja!

Xuşk û birayên birêz

Bi navê xwe û gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li salvegera bîst û pênç(25) saliya damezrandina Rabîteya Îslamî ya Kurd li we dikim.

Li van çend salên derbasbûyî de Rabîteya Îslamî ya Kurd hewl daye li rêya çalakiyên xêrxwaziyan ve peywendî û hevkariya li navbera gelê Kurdistanê û gelên misilman û kesayetî û navendên hizrî û xêrxwaziyên navçeyê û cîhana îslamî û Erebî re dirust bike ku li ser bingeha peyama aştîxwaz û mirovdostaneya ola pîroza îslam hatiye damezrandin û eve jî mijareke erênî û guncave û pêwîste van cûre peywendiyan pêş bixin û bikeve xizmeta qerebukirina wan zulm û sîtemên ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Ev erkê Rabîteya Îslamî ya Kurd xistiye ser milê xwe hem erkekî pîroze û hem jî karekî medenî û serdemiyaneye. Yarmetîdana xelk û wan gelên bindest û sîtemkarin û her wiha û karê xêrxwazî û geşkirina hişyariya civakî û dirustkirina giyanê tebayî û mirovdostî bi bê guhdana regez û nîjad û ol ji aliyê rêxistinên Kurd ve helwestekî mirovane û olparêze û sedemeke jî ji bo wê yekê bikarîn wêneya rastî û aştîxwaziya Kurd nîşa derve bidin û pêgeha Kurdistanê jî li welatên misilman û Erebî bilindtir bike. Pêwîste Rabîteya Îslamî ya Kurd hevmile li gel rêxistin û saziyên dinê Kurdistanê ku bibê pirek ji bo gihandina dengê mezlûmiyet û pêkvejiyan û aştîxwaza Kurd ya xelkê bi wîcdan û başxwazê welatên herêma me û beşdar bibê li dirustkirina peywendiyekî hevseng û şaristaniya li navbera gelê Kurd û gelên misilmanê cîhanê.

Birêzan

Niha navçeya me û rojhilata navîn bi giştî li pêvajoyeke dijwar de dijî. Guhertin û rûdawên vê dawiyê ya welatên Misir û Suriye cihê gûmanêye. Bi taybetî ew kuştin û birînên li wan welatan û cihên din rû dide, pêwîste rêz li daxwaza xelkê bê girtin û diyalog û pêkvejiyan cihê şer û kuştin û zulman bigre. Her bi vê helkeftê ve hez dikim balê bikşînim li ser êş û koçberiya xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê. Ew ezîzên qurbanî sîtem û zulmên eqliyeta şovenî û tundiyêne û li rewşeke gelek dijwar de dijîn û erkekî neteweyî û însanî û olî ye bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan bidîn û ji êş û janên wan kêm bikîn. Em li benda wê yekê ne ku ew îmkaniyat û peywendiyên birayên me yên li Rabîteya Îslamî ya Kurd heye wê bikar bînin bo ku bi hevkariya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yarmetiya xuşk û birayên me yên li Rojava û ewên li kampên Herêma Kurdistanê de nîştecîhin bidin.

Ji xwedayê mezin û bê hevta daxwaz dikim xêra zehmet û xêrxwaziyên we qebul bike û hêvîdarim li erk û karên xwe de serkeftî bin. Bi wê hêviya hejarî û koçberî û jana li welatê me de nemîne, tebayî, birayetî û pêkvejiyan bala xwe li ser nîştîmana me û hemû mirovayetiyê de bikêşê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20.08.2013
Top