Rojnameya Times: Xeyalê kurdan ê sed salan dibe rastî
Piştî koçberbûna kurdên rojavayê Kurdistanê ya ji bo başûr, rojnameya Times jî analîzek li ser wê koçberiyê belav kir.
Times di analîza xwe ya derbarê koçberbûna kurdên rojavayê Kurdistanê de wiha dibêje: “Xeyalê kurdan ê 100 salan yê ji bo avakirina dewleta xwe, dibe rastî.”
Di nivîsa Times de wiha tê gotin: “Di nava 5 rojên dawiyê de bi hezaran penaberên Sûriyê, derbasî bajarên kurdan ên li bakûrê Iraqê (başûrê Kurdistanê) bûn. Ger navê vê koçberiyê bi fermî wisa be, xaka kurdan a vegeriyayî dewleta serbixwe aramî û refahê nîşan dide.”
Rojnameya Times di berdewama şîroveya xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê de wiha dinivîse: “Piraniya penaberan ji bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ji ber şer, zext û birçîtiyê penaber dibin û kurd in. Piştî şerê navbera kurdên Sûriyê û grûbên girêdayî El-Qaîdeyê de, kurd di dergehê sînor ê ji meha gulanê ve girtî re derbas bûn. Bi hezaran kes çemê Dîcle derbas kirin û derbasî kampên li bakûrê Iraqê (başûrê Kurdistanê) bûn.”
Times koça kurdan a bi kom ya kurdên başûrê Kurdistanê û Rojava têne beramberî hev û wiha dinivîse: “Niha berevajî penaberbûna berî 22 salan tê jiyankirin. Wê demê bi fermana Seddam Hûseyîn, ji ber bombebarana artêşa Iraqê bi hezaran kurd ber bi rojava ve çûn. Li ser vê yekê, Rojava bakûrê Iraqê wekî herêma li dijî firînê ragihand. Vê yekê ji bo kurdên ku ji şerê cîhanê yê yekemîn ve dixwestin dewleta xwe ava bikin, bingehê rêveberiya xweser a aramî û refahê bêne avêt. Piştî hilweşîna Seddam Hûseyîn, kurdan li sê bajaran dest bi rêveberiya xwe kirin.”
Di berdewama analîzê de wiha tê gotin: “Niha aramî û armancên herêma bi navê Kurdistanê, 3 faktor bihêz dikin. Ya yekemîn petrol. Kurdistana Iraqê li cîhanê xwediyê rezerveya petrola herî mezin e û li cîhanê di rêza şeşemîn de ye. Ya duyemîn, hewldanên bidawîhatina şerê navbera Tirkiye û PKKê de, bi awayekî parelel peywendiyên ligel kurdên Iraqê zêdetir bû. Ya sêyemîn jî aramiya siyasî û aboriyê, bû sedemê hatina kompaniyên biyanî, pêşdeçûna perwerdeyê jî çêbû û hêza dewleta Kurdistanê ya serbixwe li ser piyan hişt.”
Rojnameya Times di dawiya şîroveya xwe ya li ser kurd û Kurdistanê wiha dibêje: “Hikûmeta kurdî xwest di warê kurdên Sûriyê de rolekî mezintir bileyîze. Bi sedema ku wê li Iraqê bibe sedema perçebûna siyasî, Rojava (ewropa) bêdiliya xwe ya ji bo dewleteke serbixwe ya kurdî muhafeze dike. Di vî warî de tirs û xofên Tirkiyê jî hene. Lê kurdan bi awayekî bêdeng, hêviya xwe ya sed salan kirin rastî. Ji bo bibin xwediyê dewleta xwe.”
Rudaw
