Îro li Kobanê rêkeftina navbera YPG û tabûrên çekdar de tê cîbicîkirin
Siyasetmedarê kurd, Mûsa Kino ji Kobanê ji Rûdawê ragihand ku biryar e îro xala kontrolê ya Rodko were jinavbirin ku xala yaw ê rêkeftinê ye.
Kino wiha got: “Li gor rêkeftinê divê hêzên YPGê ji vê xala kontrolê vekişin gundên kurdan ên herî nêzîk û ew xala kontrolê vala bimîne.”
Musa Kino tekez kir ku şer û pevçûn li navçeya Kobanê bi giştî rawestiyane û xelk vegeriyane gundên xwe.
Beriya 3ê rojan, rêkeftinek li devera Kobanê di navbera tabûrên çekdar û Yekîneyên Parastina Gel de ji bo rawestandina şer û aramkirina rewşa deverê hatibû îmzekirin.
Rudaw
