Kiliçdaroglu îro serdana Iraqê dike
Tevî ku wezareta derve ya Tirkiyê bi bihaneya ewlekariyê hişyarî dabû, lê Kiliçdaroglu wê ligel hinek nûçegihan û nivîskaran serdana Iraqê bike. Herwiha di şanda CHPê de, alîkarê serokê giştî yê CHPê Faruk Logogolu, Gursel Tekîn, Erdogan Toprak û wekîlê koma CHPê Akîf Hamzaçebî, parlamenterê CHPê Osman Koruturk, Hurşît Guneş, Alî Ozgunduz, Candan Yuceer û hinek karsaz hene.
Tevî hişyariya wezareta derve ya Tirkiyê, Kiliçdaroglu diyar kiribû ‘Ger pir metirsîdar jî be, bi biryare serdana Iraqê bike.’
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser vexwendina serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, wê îro serdana Iraqê bike. Kiliçdaroglu wê di serdana xwe ya 4 rojî de biçe Bexda, Kerkûk û Nefecê. Berî niha alîkarê serokê CHPê ragihandibû, wê Kiliçdaroglu serdana Hewlêrê jî bike.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Dogan (DHA) ya Tirkiyê, îro saet 12.35an li gor saeta Tirkiyê, Kemal Kiliçdaroglu wê bi rêya firokexaneya Esenboga ya Enqereyê ber bi Bexdayê ve tevger bike.
Rudaw
