• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Iraqê 17 kes hatin bidarvekirin

Gulan Media August 20, 2013 Nûçe
Li Iraqê 17 kes hatin bidarvekirin
Wezareta dadê ya Iraqê ragihand, 17 kes hatine bidarvekirin ku piraniya wan li gorî qanûna terorê hatibûn mehkûmkirin.

Wezîrê dadê yê Iraqê Hesen Şimerî di daxuyaniyeke nivîskî de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, diyar kir ku îro (19.08.2013) 17 tawanbar ku piraniya wan ji ber çalakiyên terorîstî hatibûn mehkûmkirin, hatin bidarvekirin.


Şimerî da zanîn, di nav tawanbarên bidarvekirî de welatiyekî Misrê û 2 jin jî hebûne.

Li gorî amara wezareta dadê ya Iraqê ku hefteya borî hat ragihandin, 1200 tawanbar li benda cîbicîkirina cezayên bidarvekirinê ne.

Ji aliyekî din li gorî raporeke saziya Nîsono Tutşî Kayno ya îtalî ku 28ê Tîrmeha îsal hat belavkirin, sala 2012 Iraq di rêza sêyemîn a welatên cîhan de bû ku cezayê bidarvekirinê cî bi cî kirine.

Rudaw
Top