• Wednesday, 11 February 2026
logo

“Behsa Kurdên Îsraîlê nehatiye kirin”

Gulan Media August 20, 2013 Nûçe
“Behsa Kurdên Îsraîlê nehatiye kirin”
Endamekî lijneya amadekarî ya kongireya netewa Kurd ragihand ku heya niha Kurdên Îsraîlê nehatine vexwendin bo kongireya netewî, lê da zanîn ku dergehê kongireyê ji kurdên her cihî re vekiriye.

Sekreterê Yekîtiya netewî ya demokrata Kurdistanê û endamê komîteya amadekar a kongireyê ji Xendanê re got: “Bo beşdarîkirina li Kongireya Netewî ya Kurd axaftin li ser Kurdên Asya navîn yanî komarên yekîtiya Sovyeta berê ku wê beşdar bibin wek (Ermenistan, Qirxîzistan, Ozbekîstan, Turkmenistan, Azerbeycan û Gorcîstanê) her weha Kurdên Urdenê û Libnanê tên vexwendin lê belê behsa Kurdên Îsraîlê nehatiye kirin.”

Xefur Mexmurî got: “Behsa beşdarîkirina Kurdên Îsraîlê nehatiye kirinê, lê belê axaftin li ser wê yekê hate kirin ku di vê kongireyê de Kurdên hemû cîhekî têde amade bi. Ji ber ku ev kongireye netewî ye û kongireya hizb û aliyên siyasî nîne.”

Her weha Mexmurî li barê destnîşankirina endaman û mêvanên kongirê da zanîn ku heya niha kertên dawetnamê bo çi mêvanekî neçûye.

Li gel dirustbûna dewleta Îsraîlê li sala 1948`an hejmarek zor ji Kurdên Başûrê Kurdistanê û cihên din berê xwe dane wî welatî û niha jî xwe bi Kurd dizanin.

Her weha biryare meha bê li bajarê Hewlêrê kongireya netewî birêve biçe.
Top