• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî çû serdana Penaberên Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media August 19, 2013 Nûçe
Serok Barzanî çû serdana Penaberên Rojavayê Kurdistanê
Piştî nîvroya îro dûşem 19/08/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta ji nêzîk ve agahdar bûna li rewşa jiyana wan û dabînkirina pêdiviyên jiyana rojaneya wan serdana cihê nîştecîhbûna xuşk û birayên Rojavayê Kurdistanê yê li Kevirgosik kir.

Li gel gihîştina Serok Barzanî, ji aliyê xuşk û birayên Kurdên Rojava ku nîştecihê Kevirgosikin bi girseyî gelek bi germî hate pêşwazî kirin û nîştecîhvanan bi xêrhatina Barzanî kirin û xweşhaliya xwe bi vê serdanê derbirîn û gotin: Ev serdana we wê wateyê digihîne ku hûn xemxûr û kesukarê me ne, ev serdana we li xem û azarên me kêmkirine. Her wiha spasiya xelk û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî dikîn ku li van çend rojan berdewam li gel me da bûne û her wiha ji bo bi hana hatin û pêşkêşkirina pêdiviyên jiyana wan spasiya sazî û rêxistinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirin.

Li vê serdanê de Serokê Herêma Kurdistanê rewşa jiyana wan pirsî û gelek bi germî bi xêrhatinê li wan kir û got: Bi xêrhatin, hun xûşk û birayên mene û hun li nav mal û kesukarê xwe ne û li welatê xwe ne û li mala birayên xwe ne. Bi piştgiriya xwedê li zûtirîn demî de ev rewşa xeraba ku li ser we de hatiye tê çareserkirin û serbilindî vedigerin ser mal û halê xwe. Heta wê demê jî em bi hemû şiyanek ve li xizmeta we yên ezîz dane.‌

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê li hember wê rêkupêkiya erkê neteweyî û nîştimaniya xwe ya beramber xuşk û birayên Rojavayê Kurdistanê bi cîh kirine spas û pêzanînên xwe pêşkêşî cemawerê bajarê Hewlêr û dewrubera wê û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî û hêzên Polîs û berpirsên navçeyê û Parêzgerê Hewlêr û aliyê peywendîdaran kir.

Hêjayî gotinêye li van çend rojên pêş de hejmarekî zêdeyê xuşk û birayên Kurdê Rojava serî li Herêma Kurdistanê kirine û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî û saziyên peywendîdar rolekî ber bi çav li yarmetîdan û veguhestina wan û dabînkirina cihê jiyan û hevkariya tendirustî û xwarinê de bi taybetî li nêzîkî bîst û çar demjimêrên derbasbûyî de bi awayeke berdewam hebûye.
Top