Di nava 3 rojan de herî kêm 30 hezar welatiyên Rojavayê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê
Her di vê çarçoweyê de jî îro li devera gundê Shêla ya li devera Zomarê de hijmareke gelek zêde ji Kurdên Rojavayê hatine Başûr û ji aliyê hêzên pêşmerge yên lîwaya 8 ve hatine pêşwazîkirin.
Ji aliyeke din ve jî her îro li derdorê Hewlêrê de du kempên din yên nû ji bo penaberên Rojavayê hatin amadekirin.
