• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokatiya Parlemen û komisyona serbixwe ya hilbijartinan civiyan

Gulan Media August 19, 2013 Nûçe
Serokatiya Parlemen û komisyona serbixwe ya hilbijartinan civiyan
Duh bi armanca giftûgo kirin derbarê çawetiya çareser kirina kêşeya navên kesên mirî û ev kesên ku, navên wan dubare hatine nivîsandin, Serokatiya parlementoya Kurdistanê û komisyona serbixwe ya hilbijartinan civiyan.

Beriya çend rojan komisyona serbixwe ya hilbijartinan di nameyekî de ji Serokatiya parlementoya Kurdistanê re eşkere kiribû ku, bo serras kirina lîsteya navên dengderên Kurdistanê pêdeviya wan bi demê heye lewre pêşniyara paşde xistina hilbijartinên perlementoya Kurdistanê kiribû.

Komisyona serbixwe ya hilbijartinan herwiha daxwaz kiriye ku, hilbijartinên parlemen û parêzgehên Kurdistanê bihevre werin birêvebirin.
Top