• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Îtalya li Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media August 19, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Îtalya li Herêma Kurdistanê kir
Îro dûşem 19.08.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Karmêlo Fîkara Konsolê Îtalya li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Îtalya ji bo rexsandina vê hevdîtinê spas û xweşhaliya xwe bi Serok Barzanî ragihand û Serok Barzanî ji wan kar û çalakiyan agahdar kir ku li van çend heftiyên derbasbûyî de li Herêma Kurdistanê encam daye û eve jî xiste rû ku kompanyayên Îtaliyan li Herêma Kurdistanê de mijulî komek projene bi taybetî li warê rewşenbîrî û tendirustî û kertê şûnewariyê de. Her wiha Karmêlo Fîkara Konsolê Îtalya rewşa emnî û aborî û siyasiya Herêma Kurdistanê bi guncav zanî ji bo wê yekê kompanyayên Îtaliyan bêhtir han bidin ku ji bo veberhênanê serî li Herêma Kurdistanê bidin û amadehiya welatê xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li hemû waran de derbirî û her wiha asta nûnerayetiya Îtalya ya li Herêma Kurdistanê ji nivîsîngehê bilind bikin û bikin Konsolxane.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Konsolê Îtalya pêşwaziya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Îtalya kir û amadehiya Hikûmet û gelê Kurdistanê jî ragihand ku hevkarî û pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan bikin. Pêvajoya Rojavayê Kurdistanê û pirsa penaberên Kurdên Rojava beşekî dinê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser kêmterxemiya civaka navdewletî li hember penaberên Kurdê Rojava got:"Xizmetkirina xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê erkekî neteweyî û însaniye û Herêma Kurdistanê bi welatî û hikûmetê ve amadene bi hemû şiyanek ve alîkariya wan bikin. Di derbarê pêvajoya Sûriye jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku berjewendiya berteskê aliyan û dest tê kirina herêmî û kuştin û birîna li wî welatî rewşê gelek aloz kiriye û paşarojeke nediyar li pêşiya wî ye.

Axaftina di derbarê pêvajoya navxweya Herêmê û Kongreya Neteweyî ya Kurd û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top