• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bi hezaran kurdên din ên rojava derbasî başûrê Kurdistanê bûn

Gulan Media August 18, 2013 Nûçe
Bi hezaran kurdên din ên rojava derbasî başûrê Kurdistanê bûn
Bi hezaran kurdên din ên rojavayê Kurdistanê bi rêka deriyê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojava re derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Rêveberê deriyê sînor li aliyê rojava ku ser bi PYDê ye diyar kir ku derbasbûna wiqas xelk bo başûr “sûc e” û divê pira Sêmalka bê rakirin da ku kes nekaribe derbas bibe.

Piştî ku deriyê sînorî yê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê li ser biryara serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat vekirin, bi hezaran kurdên rojava ji ber rewşa tevlihev ya wî beşê Kurdistanê berê xwe dan başûrê Kurdistanê.

Şeva pêncşema borî (15.08.2013) nêzîkî 5 hezar kes derbasî başûr bibûn, îro (17.08.2013) jî bi hezaran kes ji rojava derbasî başûr bûn û ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve derbasî nav kempan hatin kirin.

Rêveberê deriyê sînorî yê Sêmalka yê aliyê rojava ku ser bi PYDê de li hember derbasbûna kurdên rojava bo başûr nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku derbasbûna wiqas xelk bo başûr sûc e û divê pira Sêmalka bê rakirin da ku kes nekaribe derbasî aliyê başûr bibe…

Rudaw
Top