El-Cerba: Li Sûriyê herêmekî kurdî tune ye
Ehmed el-Cerba derbarê kurdan de wiha got: “Ez kurdan baş nas dikim, em bi hev re li Herêmekê jiya ne, ez çand û zimanê wan nas dikim.”
El-Cerba diyar kir ku Kurdên Sûriyê bi giştî ne cudaxwaz in û ew baş dizanin ku Sûriyê ne Kurdistana Iraqê yan Kurdistana Îranê ye.
El-Cerba di berdewama daxuyaniyên de wiha got: “Herêmeke kurd li Sûriyê tûne ye, hemû pêkhateyên Sûriyê tev hev in û pêwendiyên di navbera gelê kurd, ereb û xiristyanan de pirr baş in.”
Serokê Hevpeymaniyê destnîşan kir ku hinek aliyên ser bi Îran û Rejîma Sûriyê ve dixwazin babeta kurdan bikin pirsgirêk, lê bi rastî pirsgirêk tune ye.
El-Cerba diyar kir ku kurd di qonaxa derbasbûna nav Hevpeymaniyê de ne û nêzîk ewê tevlî Hevpeymaniya Niştimanî bibin.
Derbarê ku kurd dixwazin Sûriyê federal be ne ku komareke erebî be, El-Cerba wiha got: “Ev babeteke dibe ku were guftûgokirin, tiştegî sergirtî tune ye û ajendeyên kurdan ên cudaxwaziyê tune ne.”
El -Cerba tekez kir ku di serdema deshilata Beas de, kurd rastî çewsandinê hatine, lê niha dem ne dema çewsandinê ye, niha Sûriye ya hemû sûriyan ne, ligel kurd û erebên xwe, musilman û xiristiyanên xwe, Sune, Şîe, Elewî, tirkmen û dirûzê xwe.
Rudaw
