Nêzî 4 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Silêmaniyê
Mihemed Salih diyar kir ku ji bo pêşwaziya van penaberan fermangehên hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariyên baş kirine.
Parêzgerê Silêmaniyê destnîşan kir ku ew alîkariya Komîsyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dikin û ji bo pêwîstiyên sereke yên penaberan peyda bikin.”
Mihemed Salih wiha got: “Dergehên dibistanên Erbet wê li pêşiya penaberan were vekirin û heta ku kon ji wan re werin vedan.”
Parêzgarê Silêmaniyê destnîşan kir ku hêzên pêşmergeyan wê ji bo danîna çadiran alîkariya UNHCR bikin.
Rêveberê ragihandina UNHCR li Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed ji Rûdawê re wiha got: "Tê gotin ku tenê îro 10 hezar penaberên din di sînorê Pêşxabûrê re hatine Herêma Kurdistanê. Ji wan nêzî 3-5 hezar penaber dê li parêzgeha Hewlêrê bimînin û yên din wê berê xwe bidin Silêmaniyê.”
Derbarê hejmara penaberan li Herêma Kurdistanê jî Yûsif Mihemed got: “Zehmet e em hejmara hûrbîn a penaberan tomar bikin, ji ber hinek navên xwe tomar nakin û hinek jî cihê niştecîbûna xwe diguhêrin. Hejmara ji aliyê me ve hatiye tomarkirin 156 hezar derbas kiriye.”
Rêveberê ragihandina UNHCR wiha got: “Ji bo rewşa penaberan bê başkirin, li Hewlêrê kampa Dareşekran tê dirûstkirin. Cihê 10-15 hezar kesiye û wê di nava 2 heftiyan de biqede. Li Silêmaniyê jî kampekî nû tê dirûstkirin û cihê 10 hezar kesan e.”
Navbirî derbarê parêzgeha Dihokê de jî wiha got: “Li parêzgeha Dihokê cihê wergirtina penaberan nemaye. Tenê li kampa Domîz 35-40 hezar penaber hene.”
Şeva pêncşemê 5 hezar penaberên rojavayê Kurdistanê di xala sînorê navbera rojava û başûrê Kurdistanê de derbasî Herêma Kurdistanê bûn.
Rudaw
