Bi minasebeta 67 saliya PDKê Civata Serokatiya PDKê peyamek pêşkêş kir
Di vê peyama han de civata Serokatiya PDKê eşkere kiriye ku, partiya demokrata Kurdistanê di pêvajoyekî de hatiye damezrandin ku, neyar û dagîrkerên Kurd û Kurdistanê bi her awayî hewl didan daku, hebûn û nasnameya gelê Kurd înkar bikin lê damezrandina PDKê tevahiya planên wan pûç kir.
PDKê bi Serokatiya Barzaniyê Nemir dest bi xebat û têkoşîna çekdarî ji bo parastina hebûna gelê Kurd û bidest xistina maf û azadiyên gelê Kurd kir û ev yek jî bû sedema vela derketina planên neyar û dagîrkeran.
Di wan rojên dijwar de ku, gelê Kurd bêyî piştîwan û bêyî penageh bû partî û Barzanî bûn bi omîd û dahatûyeke geş û pişt û penahê Kurdistaniyan.
Civata Serokatiya PDKê herwiha eşkere kiriye ku, piştî 67 sal xebat û têkoşan îro jî partiya demokrata Kurdistanê erkên xwe yên netewî û nîştimanî cîhbicîh dike û hewl bo bidest xistina mafên gelê Kurd yê li parçeyên din ên Kurdistanê dide.
Civata Serokatiya PDKê di dawiya peyama xwe de hevdem ligel diyar kirina rêz û hurmetên xwe bo Şehîdên Kurdistanê, malbetên wan, pêşmerge û têkoşerên qehreman, daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kiriye daku, di vê pêvajoya hesas ya dîrokî de yekdengî û yekrêziya xwe bihêztir bikin.
