Kurd û Aşûrî li dijî arîkariya ji bo muxalefeta Sûriyê ne
Di bangnameyê de tê destnîşankirin ku di dema şerê navxweyî yê di navbera hikûmeta Esed û mûxalifan de, herêmên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê di nava aramiyê de bûn. Herwiha bi sedhezaran Kurd û bi giştî 100 hezar Aşûrî, Keldanî, Aramî û Ermenî ji bo jiyana xwe misoger bikin koçî herêmên Kurdan kirine.
“Dixwazin Kurdan bikişînin nava şer“
Di bangê de tê diyarkirin ku muxalefeta Sûriyê ketiye bin kontrola hêzên îslamî yên radîkal û ji destpêkê ve ew dixwazin ku Kurdan û kêmneteweyên din jî bikişînin nava şer: “Piştî Kurdan û Xiristiyaniyan ev daxwaz pêk neanîn, herêmên Kurdan bûn armanca êrişên mûxalifên navderbasbûyî. Roj bi roj serdegirtinên li ser gundên Kurd û Suryaniyan, revandina jin û zarokan û êrişên çeteyan yên li ser gundan zêdetir dibin.“
Saziyên ku bangname îmze kirine, diyar dikin ku ew ditirsin dema hêzên îslamî yên tundrew bi ser bikeven, ewê herêmê li Kurd, Aşurî, Elewî, Xiristiyan, Durzî û Êzdiyan bikin gola xwîne. Derbarê serkeftineke muhtemel ya Beşar Esed de jî, ev pêşdîtin tê kirin: “Serkeftineke hêzên Esed jî wê di encamê de bibe tolhildana ji xelkên sivîl yên li herêmê.“ Ji ber van egerên ku hatine rêzkirin, bang li NY, YE, DYA û Vatîkanê tê kirin ku ewlekariya sivîlan pêk bînin, arîkariya koçberan bikin û xwebirêvebirina herêmên Kurdan misoger bikin.
Şanda hevdîtinên dîplomatîk tê avakirin
Berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn yê rêxistina mafên mirovan GfbV, Dr. Kemal Sîdo, ji Rûdawê re diyar kir ku bangname destpêka karên wan e û wiha pê de çû: “Emê şandekê ava bikin û bi heman mebestê bi hemû fraksyonên parlementoya Almanyayê re rûnin. Hewldana me ya tevlîkirina rewşenbîrên alman ya kampanyayê jî wê çêbibe. Herwiha weke şand emê bi herdu dêrên mezin yên Almanyayê re jî hevdîtinan pêk bînin.“
Sîdo destnîşan kir ku ew naxwazin ti welat piştgiriya çek û maddî bidin muxalefetê: “Metirsî li ser kêmnetew û olên din heye. Kampanyaya me ya îmzeyan heye û em naxwazin ku çek û arîkariya maddî ji muxalefetê re herê. Heta ku ew bi nivîskî xwebirêvebirina Kurdan, kêmnetew û olên din di Sûriya siberojê erê nekin, divê arîkari ji wan re neçe. Xebata me jî wê di vê bareyê de be“
Rudaw
