• Wednesday, 11 February 2026
logo

Misir: Zêdetir il 300 kuştî û 3000 birîndar

Gulan Media August 15, 2013 Nûçe
Misir: Zêdetir il 300 kuştî û 3000 birîndar
Wezareta tendirustiya Misrê amarên dawî yê qurbaniyên tundûtîjiya li wî welatî ragihand ku zêdetir li 3200 kuştî û birîndar ketine, Îxwan Mislimîn jî cext li ser berdewamkirina xwepêşandanan dike.

Amarên herî dawiyê ku îro pêncşeme 15/8 wezareta tendirustiya Misrê belavkiriye ku, di tundûtîjiyên duh roja çarşemê li Qahîrayê û parêzgehên din yê wî welatî, 347 kes hatine kuştin û 2926 kesên din jî birîndarbûne.

Li gor amara wezaretê tenê li meydana Edewiyê a li bakûrê rojhilata Qahîrayê, 113 kesan jiyan ji dest dane û li meydana Nezhe jî 21 kes û li meydana Helwan 18 kes û li parêzgehên din yê Misrê jî 175 kes hatine kuştinê.

Ji aliyekî din ve jî serkirdeyê bilind yê komeleya Îxwan Mislimîn Usame E`ryan îro pêncşeme di beyannamekê de cext li wê kiriye ku ewê di nerazîbûn û xwepêşandanan de berdewam bin û tu tişt nikare şoreşa wan ya pîroz bisekinîne.

Li ser kuştina welatiyên Misrê jî serokê yekîtiya zanayên mislimanên cîhanê Yusif Qerzawî jî fetweyek da û têde mandina Misriyan di nava malên xwe de heram kir û daxwaz cîhadê li wan kir ku hemû Misrî birijin kolanan.

Qerzawî, serokê encûmena bilind a serbazî û wezîrê berevaniya Misrê Ebdulfetah Sîsî bi wê yekê tawanbar kir ku sûnda xwe şikandiye û destur jî binpê kiriye.

Xendan
Top