Serokê dîwana Serokatiya Kurdistanê bi heyeteke Amerîkayî re civiya
Di hevdîtineke de ku, berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, Cîgirê Konsolosê Amerîkayê yê li Bexda û Konsolosê vê welatî yê li Hewlêrê jî têde beşdarbûn, Fuad Husên silavên Serok Barzanî pêşkêşî heyeta mêwan kir û balkêşande ser girîngiya berdewam kirina siyaseta Amerîkayê a li hember Îraqê û ragehand ku, piştgîrî kirina Amerîkayê ji Îraqeke demokratîk û federal gelek girînge.
Her di vê civîna han de Serokê heyeta mêwan jî diyar kir ku, gelek kêfxweşe ku, kariye di çarçoweya serdana xwe ya bo Rojhilata Navîn û Îraqê de serdana Kurdistanê bike.
Di beşeke din ya vê civîna han de Husên rewşa siyasî, ewlekarî û rewşa giştî ya Îraqê ji heyeta mêwan re rave kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê di warê sepandina demokrasî li Îraqê de roleke gelek girîng û erênî lîstiye.
Çavkanî herwiha eşkere kir ku, hikûmet û Serokatiya Kurdistanê bo çareser kirina kêşe û qirîza heyî ya li Îraqê de jî gelek hewl dane daku, ev kêşe û qirîzên han bi rêyên aştiyane û diyalogê werin çareserkirin.
