• Wednesday, 11 February 2026
logo

Artêşê êrişî alîgirên Mursî kir: 120 kuştî

Gulan Media August 14, 2013 Nûçe
Artêşê êrişî alîgirên Mursî kir: 120 kuştî
Jêderekê li nexweşxaneyên meydana (Rabîa Edewiyê) ragihandiye ku di encama êrişa artêşa Misrê li ser xwepêşanderan heya niha 120 kes hatine kuştin û bi hezaran jî birîndarbûne.

Îro 14/8/2013`an danê serê sibê hêzên ewlekariyê yên Misrê êriş birine ser alîgirên serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî li qada (Rabîa Edewiyê û Nehze) a li bajarê Qahîrayê û heya niha 120 kes hatine kuştin û bi hezaran jî hatine birîndar kirinê.

Li gor nûçeyekî kanala Cezîrê, hêzên ewlekariya Misrê bi bombeyên gazê û rondikbaranê û bi awayek tund êrişî qadên xwepêşanderên alîgirên Mursî kirine.

Pêştir jî pizîşkekî li nexweşxaneya meydanî ya Nezhe ji Cezîrê re ragiandibû ku di encama êrişên bi bombeyên gazê zêdetir li 150 kes birîndar bûne.

Xendan
Top