Amerîka: Esed careke din nikare hemû xaka Sûriyê kontrol bike
Marie Harf diyar kir ku opozisyona Sûriyê di çend heftiyên borî de pêşketinên leşkerî li ser erdê tomar kirine.
Harf helwesta Amerîka careke din bi bîr anî û wiha got: “Divê çareyeke siyasî li ser bingehê daxuyaniya Cenêv ji kirîza Sûriyê re were dîtin. Divê Esed dev ji desthelatê berde û desthilatdariyên xwe radestî hikûmeteke veguhêz bike”
Di vê heftiyê de du sal li ser bangên serokê Amerîka Barack Omama ji Esed re da ku desthelatê bicih bihêle derbas dibin.
Ji aliyê xwe ve, pisporê Amerîkî Kenneth Pollack di raportekê de diyar kir ku eger guhertina leşkerî li Sûriyê rû nede, guhertina siyasî rû nade.
Pollack ragihand ku heta ev yek çêbibe, divê rêveberiya Amerîka şoreşgeran bi çek û rahênan bike, fişarê bibe ser Rûsya da ku çekan radestî rejîmê neke, lê herî girîng divê hêzên Amerîka êrîşî jêrxanên rejîma Sûriyê bikin.
Rudaw
