Derwîş: Me bi opozisyona Sûrî re lihevkir
Derwîş bi daxuyaniyekê ji ajansa BBC re ragihand ku ew peyman piştî hevdîtina bi serokê hevpeymana niştimanî ya hêzên opozisyonê û hin endamên din li Tirkiyê îmza kirine.
Derwîş da zanîn ku ew peyman destpêkeke û ewê li ser erdê komîteyan ji herdu hêzan bêne avakirin û bi koordînalî ewê ci bi cî bikin.
Di çavpêkeftina xwe lêi gel BBC de Derwîş diyar kir ku navçeyên Kurdan ne li jêr desthilata rêjîmê de ye û ji aliyê partiyên Kurdî de tê birêvebirinê û ji ber wê jî pêwîstiya hebûna hêzên artêşa azad li wir nîne.
Hêjayî gotinê ku li Rojavayê Kurdistanê şer di navbera hêzên ser bi Qaîdê wek dewleta îslamî ya Êraqê û Şamê û baskê wê Cebhet Nusre berdewame û bi sedan kes tevî jin û zarokan di encama wî şerî de kuştî û birîndar bûne.
Xendan
