• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ocalan ji proseya niha ya pêvajoya çareserîyê nerazî ye

Gulan Media August 14, 2013 Nûçe
Ocalan ji proseya niha ya pêvajoya çareserîyê nerazî ye
Ebdullah Ocalan ji proseya niha ya pêvajoya çareserîyê nerazî ye û ragihandiye, ku berdewamîya pêngavên aştîxwazane bi şêweyeke yek alî hîç encamek nabe.


Li gor nûçeya ji malpera Firat niyoz a nêzîkî PKK, Muhemed Ocalan birayê rêberê girtîyê PKK Ebdullah Ocalan piştî dîdara xwe ya duh ya bi birayê xwe re ragihand, ku Ebdullah Ocalan ji proseya niha ya danûstandinê ya navbera dewleta Turkiyeyê û PKK razî nîne.

Muhemed Ocalan ku ji piştî serdana birayê xwe ji zîndana Îmralîyê ve vegerîyabû, ji dezgehên ragihandinê re got:´´ li gor Ocalan, berdewamîya pêngavên aştîxwazane û pabendbûn bi danûstandina aştîyê, tenê bi yek mercê dê misoger be û ser bikeve ku yek alîyane nebe.´´ Muhemed Ocalan ragihand, ku Ocalan li ser evê bawerîyê ye ku PKK heta niha pêngavên girîng havêjtiye, lê hikûmeta Erdogan hîç kareke cidî bo dabînkirina maf û daxwazîyên Kurd nekiriye.

Birayê rêberê girîtê PKK tekezî jî kir, ku di evê pirsê de, tenê dê demekê çareserî hebe û pirsa Kurd çareser bibe, dema ku du alî bi hev re ji bo parastina rewşa aştîxwazane pêngavan bihavêjin û bê goman hewla yek alîyane bê encame.

Muhemed Ocalan da xuyakirin, ku Ebdullah Ocalan birayê wî ragihandiye, ku nêzîkî 6 heyvane ku her tiştek ku di şîyana wî de hebûye, wî encam daye. Herwisa tekez kir, ku Oclaan daxwaz kiriye ku bi zêtirîn dem li gel parêzerên xwe û nûnerên partîya aştî û demokrasîyê BDP dîdar û guftûgo bike.

Muhemed Ocalan herwiha ragihand, ku Oclaan di bareya rewşa Rojavayê Kurdistanê jî dilgiran bûye û êrişa Cebhet Elnusre û komên terorîstî bo ser Kurdên Surîyê şermezar kiriye û bi kareke nemirovane wesif kiriye. Herwisa daye xuyakirin, ku hevkarîkirin û piştîvanîkirina ewan komên terorîstî û tundrew, ti xizmetekê bi Turkiye û welaêtn din nake.
Top