Salih Muslim ligel Hakan Fîdan civiya
Li gor zanyariyên Rûdawê hevserokê PYDê Salih Mûslim bi rêya balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê çûye Tirkiyê. Di hevdîtina Muslim a bi rayedarên wezareta derve ya Tirkiyê re, wê mijarên konferansa netewî, pêşveçûnên li Rojava û Sûriyê û herwiha vekirina dergehên sînor navbera Rojavayê Kurdistan û Tirkiyê de bên guftûgokirin.
Rojnameya Akşam a Tirkiyê belav kir ku Salih Mûslim ji Hewlêrê derbasî Enqereyê bûye û hevdîtin wê heta roja şemiyê bidomin.
Rojnameyê ragihand ku Muslim ji balafirxaneyê ji aliyê rayedarên MÎTê ve hatiye pêşwazîkirin. Li gor heman çavkaniyê Salih Muslim ligel misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û balyozê Tirkiyê yê berê yê li Sûriyê û alîkarê misteşarê wezîrê derve Omer Onhon re hevdîtin pêkaniye.
Rudaw
