Hêmin Hewramî û Konsolosê Franseyê civiyan
Di civînekî de hevdem ligel nirxandina rewşa Kurdistanê, rewşa Îraqê, Rojhilata Navîn bi giştî û ya Sûriyayê jî bi taybetî hate giftûgokirin.
Di beşeke din ji vê civînê Hêmin Hewramî û Konsolosê Franseyê derbarê kongreya netewî ya Kurd, hilbijartinên Kurdistanê û peywendiyên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de giftûgo kirin.
Her di vê civîna han de Hewramî nêrîn û helwestên partiya demokrata Kurdistanê li dor rewşa Îraqê, rewşa Rojhilata Navîn û Sûriyayê jî ji Konsolosê Franseyê re rave kir.
