Hevpeymaniya opozisyona Sûriyê rêkeftina Kobanê pêşwazî kir
Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniyê tekez kir ku ew hemû projeyên dûrkirinê ku welat zîvar dikin û nêrînek îdolojîk yan jî tîreyî teng ferz dikin red dike.
Di daxuyaniyê de karên mîna koçberkirin, revandina xelkê û hewlên çandina fitnê di navbera kurd û ereban de hat şermezar kirin. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev kar tenê xizmeta rejîmê û alîgirên wê dikin.
Hevpeymaniyê bang li hemû hêzên welatparêz kir da ku karê koçberkirina sivîlan li her deverê were rawestandin û aliyên çekdar ên ku van tawanan dikin werin eşkerekirin.
Hevpeymaniyê herwiha bang li hemû tabûrên çekdar kir da ku ji projeyên siyasî yên nasname û sînorên welat diguhêrin dûr Kevin, yekîtî û ewlekariya xaka Sûriyê û pêkvejiyanê biparêzin.
Rudaw
