• Wednesday, 11 February 2026
logo

Cendekê Helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes li parka Azadî hate veşartin

Gulan Media August 13, 2013 Nûçe
Cendekê Helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes li parka Azadî hate veşartin
duh termê Şêrko Bêkes ji Hewlrêr ve gihîjte bajarê Silêmanîyê û piştî ku li dezgeha çap û weşana Serdem merasimeke rêzgirtinê bo hate sazkirin, paşê bi amadebûna hejmareke berpirsên herêma Kurdistanê û malbat û kesûkar û heval û xotevîyên wî û hevwelatîyên Kurdistanê li parka Azadî ya evî bajarî hate veşartin.


Duh termê helbestvanê navdarê Kurd Şêrko Bêkes bi rêya firokeyê ji Swêdê ve gihîjte Hewlêrê û bi amadebûna nûnerên serokê herêma Kurdistanê û serokê komara Iraqê û hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî, di merasimeke hêja de li firokexaneya navdewletîya Hewlêrê pêşwazî li termê helbestvanê Kurdistanî Şêrko Bêkes hate kirin û tacên gul li ser tabûta wî hatin danîn.
Top