Piştî êrîşên taqim û tîmên terorîstî yên ser xelkê Rojawayê Kurdistanê, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta eşkere kirina rastiyan û hevkarî kirina xelkê Rojawayê Kurdistanê daxwaz ji komîteya amdekar ya kongreya netewî kir ku, komîteyek dabimezrîne û bişîne Rojawayê daku, li ser rastiyan lêkokînan bike.
Ev biryara Serok Barzanî bûye sedema kêfxweşiya xelkê Rojawayê Kurdistanê û xelk ev biryara han bi biryareke girîng û dîrokî dinirxîne.