• Wednesday, 11 February 2026
logo

Emerîka êrişên ser Kurdan şermezar kir

Gulan Media August 12, 2013 Nûçe
Emerîka êrişên ser Kurdan şermezar kir
Cîgira Peyvdara Fermî ya Ragihandina Karûbarên Derve ya Emrîka Dîna Bedawî di daxuyaniyekê de bo Dengê Emrîka êrişên grûpên çekdar yên Îslamî yên tundrew yên li dijî welatiyên Kurd yên sivîl şermezar kir û got: Em berdewam têbîniya raportên derbarê hêrişên li ser Kurdên deverên Til Eran û Til Hasil`ê ya ser bi parêzgeha Heleb`ê ve dikin, ku kiryar ev şerekî tayfî ye nayê pesend kirin lewra em şermezar dikin.

Bedawî got: Ji destpêa Şoreşa Sûriyê ve Emrîka gelê Sûriyê û opozisyona wî welatî hişyar kiribû ku ji şerê tayîfî û nijadî xwe dûr bigrin ji ber ku ew şer xizmeta rêjîma Sûriye dike.

Bedawî daxwaz kir ku, welatiyên sivîl di dema şer û pevçûnan de bên parastin û çênabe welatiyên sivîl bibin armanc yan rehîneyên aliyên şerker .

Xendan
Top