• Wednesday, 11 February 2026
logo

Nocifî: Plana ewlekarî ya Cejnê tenê propagende bû

Gulan Media August 12, 2013 Nûçe
Nocifî: Plana ewlekarî ya Cejnê tenê propagende bû
Serokê parlementoya Îraqê Osame Nocifî ragehand ku, plana ewlekarî ya ji bo rojên cejna remezanê yaku, fermandar û berpirsên hêzên ewlekarî propagendeya vê dikirin tenê propagendeyeke ragehandinî bû.

Çavkanî eşkere kiriye ku, armanc ji wan propagendeyan weşartina şikestên hikûmeta Îraqê ên di warê ewlekarî û siyasî de bû.

Nocifî herwiha eşkere kiriye ku, jiber lawaza rewşa emnî Îraq rastî şikesteke gelek mezin hatiye û di warê abûrî û mirovî de gelek zererên mezin kiriye.

Çavkanî behsa vê yekê jî kiriye ku, beriya destpê kirina cejnê Fermandar û berpirsên hêzên ewlekarî behsa planeke baş ya ewlekarî kirine lêbelê di rojên cejnê de bûyer û teqînên heyî yên li bajarên curbicur ên Îraqê ew yek îsbat kirin ku ew plana han tenê propagende bûye.
Top