• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Qamişlo seferberî: 462 kes tevlî YPG bûn

Gulan Media August 11, 2013 Nûçe
Li Qamişlo seferberî: 462 kes tevlî YPG bûn
Li ser banga YPG û YPJ bo ragihandina seferberiya li dijî êrişên komên çekdar ên Cebht Nusre û dewleta Îslamî ya Êraqê û Şamê li ser Rojavayê Kurdistanê . Li bajarê Qamişlo di nava du heftiyan de 462 kes tevlî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûn.

Li gorî nûçeyeke ajansa ANHA`yê, piştî êrîşên dewleta Îslamî ya Êraq û Bîlad El-Şam û Cebhet El-Nusra ên ser bi rêxistina Qaîdê li dijî Rojavayê Kurdistanê destpê kirin, ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê û YPG’ê ve banga seferberiyê hate îlankirin.

Her weha piştî banga seferberiyê rojane ciwan û endamên saziyên civakî kom bi kom tevlî YPG û YPJ’ê bûn.Li ser banga seferberiyê di nava du hefteyan de li bajarê Qamişlo ciwanên bajêr û ji saziyên civakî 462 kes tevlî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûn.

Ji kesên ku tevlî bûn gelek ji wan jin in, 462 kesan piştî perwedeya leşkerî qedandinli qadên cur bi cur hatin erkdarkirin.

ANHA
Top