Mesrûr Barzanî Peyameke pîrozbayî pêşkêşî her çar parçeyên Kurdistanê kir
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina cejna remezana pîroz gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kesûkarên serbilind yên Şehîdan, pêşmergeyên dilsoz û Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê Misilmanên Kurdistanê bi taybetî û yên Cîhanê bi giştî dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, nimêj û rojiyên tevahiya me qebûl bike.
Devera me bi qonax û pêvajoyeke gelek hesas de derbas dibe û guhertinên gelek girîng û mezin diqewmin û Kurd û Kurdistan jî xwedan role û pêgeheke gelek girîngin û niha Kurd bûye fakter û fîgora guhertinan lewre pêwîste Kurd bibe xwedan gotarekî yekgirtî û eşkere.
Rêya rast jî ewe ku, nêrînên cuda li ser xal û mijarên netewî de kom bibin û em jî bi awayekî dilsoz û fedakarane kar bo serxistina kongreya netewî ya Kurd bikin.
Liwir ez daxwaz ji tevahya xelkê Kurdistanê dikim ku, hîn zêdetir hevkariya xweşk birayên xwe yên li Rojawayê Kurdistanê de bikin daku, hinek ji êş û elemên wan kêm bikin û bi hêviya xwedê mezin ew jî di demeke nêz de bi xêr û xweşî wedigerin ser mal û axa xwe.
Hêvî dikim cejina me di bin siya asayîş û aramiya heyî ya li Kurdistanê de derbas bikin û ev minasebeta han ya pîroz bikin hevîna bihevre jiyan û yektir qebûlkirina zêdetir ya di navbera me de.
Dubare cejna remezanê li we pîroz dikim
Mesrûr Barzanî
7.8.2013
