• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir

Gulan Media August 8, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê cejna Remezanê li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Iraq û cîhanê bi giştî û misilmanên Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan bi taybetî dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza remezanê ji hemû misilmanan wergirtibê‌ û ev cejin bibê sedema xêr û xweşî û zêdetir pêkanîna hêvî û armancên gelê me û pêşxistina ruh û giyanê birayetî û tebayî û pêkve jiyan û yekrêziya navbera gelê me.

Hêvîdarim cejna îsal bibê destpêka dawî bi hatina tundutîjî û şer û nexweşiya li navçeyê û tevahiya cîhanê û aştî û aramî ji bo hemû mirovayetiyê pêk bîne.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29 Remezan 1434 Koçî
7 Tebax(Abî) 2013 Zayînî
Top