• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hikûmeta herêma Kurdistanê hoşdarîyeke tund dide Cebhet Elnusre

Gulan Media August 7, 2013 Nûçe
Hikûmeta herêma Kurdistanê hoşdarîyeke tund dide Cebhet Elnusre
Hikûmeta herêma Kurdistanê di peyameke tunde de hoşdarî daye Cebhet Elnuse balê Elqaîde li Surîyê û daxwaz jê kiriye, ku dest ji êrişên bo ser deverên Kurdî yên Surîyê û Rojavayê Kurdistanê berde.


Li gor nûçeyeka ji heftenameya Bas a herêma Kurdistanê ve, hikûmeta herêma Kurdistanê piştî alozbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê û şer û pevçûnên dijawr di navbera hêzên grûpên tundrewên îslamî yên weke Cebhet Elnusre û Dewleta Îslamîya Iraq û Şamê li alîyekê û hêzên Yekîneyên Parastina Gel û çekdarên Cebhet El-Ekrad li alîyê din de, bi rêya Turkiyeyê ve peyameke tund bo Cebhet Elnusre şandîye û bi tundî hoşdarî daye evê grûpa tundrew ku dest ji êrişên xwe bo ser nawçeyên Rojavayê Kurdistanê û deverên kurdîyên Surîyê berde.

Heftenameya Bas di raporta xwe de daye xuyakirin, ku di peyama hikûmeta herêma Kurdistanê ya bo Cebhet Elnusre de amaje bi ewê çendê hatiye kirin ku serokatîya herêma Kurdistanê li hember evê reşwa niha bêdeng nabe.

Li gor evê raportê, berpirsên Cebhet Elnusre di bersiva evê peyama hikûmeta herêma Kurdistanê de, destnebûna xwe di kirdar û êrişên evê dawîyê de ragihandine û dane xuyakirin ku ji ber ewê ku serkirdayetîya wan di nava xaka Turkiyeyê pert û bilawe, ew tûşî rewşeke weke niha hatine û ew li gel ewan êrişên bo ser gelê Kurd nînin.

Heftenameya Bas ragihandiye, ku peyama hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya çend kanalên Turkiyeyê ve gihîjtiye destê berpirsên grûpa tundrew û terorîstîya Cebhet Elnusre. Li gor evê nûçeyê, di peyamê de bi kar anîna hêz ji alîyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve weke egerekê û bijardeyeke ber dest hatiye baskirin, heger êrişên Cebhet Elnusre bo ser Kurdên Surî berdewam bin.

Her di evê bareyê de Enwer Hacî Osman birîkarê wezareta pêşmerge ragihandiye, ku lîwaya 8 a hêza peya ya hêza pêşmerge li ser sînorê navbera herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye û biryara serkirdayetîya siyasîya herêma Kurdistanê cîbicî dike heger pêywîst bike.
Top