• Wednesday, 11 February 2026
logo

Jinên Kurd Li Qamişlo dest bi xwepêşandan kirin

Gulan Media August 7, 2013 Nûçe
Jinên Kurd Li Qamişlo dest bi xwepêşandan kirin
Bi armanca şermezar kirina êrîşên taqimên çekdar yên îslamî ên tundrew Duh li bajarê Qamişlo li Rojawayê Kurdistanê de jinên Kurd dest bi xwepêşandanek kirin.

Di xwepêşandana han de hevdem ligel şermezar kirina êrîşên taqimên terorîstî û çekdarên îslamî yên tundrew bo ser gelê Kurd, daxwaz ji part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hatiye kirin daku, bi yekîtî û yekrêziya xwe pêşiya wan êrîşan bigirin û welatiyên Kurd û deverên Kurdî biparêzin.

Xwepêşander herweha daxwaz ji dezgeh û saziyên navnetewî jî kirine ku, li hember kiriyarên taqim û grûpên terorîstî ên li hember gelê Kurd bêdeng nemînin.
Top