• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlementoya Kurdistanê Êrîşên li ser Rojawayê Kurdistanê şermezar kir

Gulan Media August 7, 2013 Nûçe
Parlementoya Kurdistanê Êrîşên li ser Rojawayê Kurdistanê şermezar kir
Duh Serokatiya Parlementoya Kurdistanê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî êrîşên taqim û tîmên çete yên îslamî ên bo ser gelê Kurd li Rojawayê Kurdistanê de bi tundî mehkûm û şermezar kir.

Serokatiya parlementoya Kurdistanê di daxuyaniya han de eşkere kiriye ku, kiriyarên grûp û taqim û tîmên çeteyên tundrew ên îslamî ti peywendiyeke wan bi ti yasa û zagoneke îslamî û asmanî re tuneye û li dijî mirovatî ne lewre em weke parlementoya Kurdistanê hevdem ligel mehkûm kirina wan êrîşên han, daxwaz ji tevahiya part û aliyên curbicur yên Kurdî ên li Rojawayê Kurdistanê de dikin ku, yekîtiya navbera xwe bihêztir bikin û bi yekîtî û yekrêziya xwe hewl bo parastina welatiyên Kurd û deverên Kurdî bidin.
Top